
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Alle Folgen
NRW 2025: Encumenên Întegrasyonê
Di 14’ê mehê de li NRW hilbijartinên xwecihî anku hilbijartinên şaredarî, encumen û qeymeqamiyan hatin li dar xistin. Û di 28’ê mehê de li çendîn bajarên mezin tûra duyem a hilbijartinan tên li dar xistin. Di hilbijartinên xwecihî de herweha meclîsên întegrasyonê jî hatin hilbijartin. Emê jî bi Şahin Kürküt re bipeyivin. Camêr li Bonn’ê ji lîsteya serbixwe ya Kurdî ket wê meclîsê. Von Celil Kaya.

Rewşa Rojhilatê Navîn û Sûriyeyê
Nearamiya li seranserî Rojhilatê Navîn û bi taybetî Sûriye’yê berdewam dike. Hevdîtinên aliyên Kurdî û hikûmera Şam’ê heta niha bê encam man lê belê hewldan hîna jî berdewam dikin. Em jî vê heftê ji Rêxistina ji bo Gelên di bin Xeterê de, bi Dr. Kemal Sîdo re li ser rewşa niha û herweha rola hêzên herêmî û navnetewî dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Komeleya Aştiyê Khamon
Li Başûrê Kurdistan'ê rêxistineke aştiyê ya bi navê Khamon hat damezirandin, ku ji bo ji bo pêşxistina aştî û pêkvejiyanê û edaleta civakî dixebite. Em jî vê heftê bi seroka Rêxistina Khamon, Prof. Dr. Zhiya Abbas re li ser armanc û xebatên vê rêxistinê dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Mareşalê Neftê: Prof. Nadîr Nadîrov
Prof. Nadîrov û malbata wî mexdûrên siyaseta sirgûnkirinê yên Stalîn'ê. Ji Naxçivan'ê sirgûnî stepên Qazaxistan'ê dibin. Nadîr tevî hemû zordestî û zehmetiyan dixwîne, dibe profesor. Ew herweha dibe hevwelatiyê rûmetê yê wî bajarî ku lê hatibû sirgûn kirin. Prof. Nadirov di 2021'ê koça dawî kir. Von Celil Kaya.

Hilbijartinên herêmî yên 2025an li NRW
14’ê Îlonê li NRW’ê hilbijartinên herêmî tên li dar xistin, anku şaredar, encumenên şaredariyan, meclîsên navçeyan û herweha meclîsên entegrasyonê tên hilbijartin. Em jî vê heftê bi siyasetmedar û endamê encumena şaredariya Essen’ê bi Shoan Vaisi re li ser birêveçûna hilbijartinan û encamên pêkan dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Kurdên Japonya'yê
Kurdên Japonya’yê ne ewqas zêdebin jî vê dawiyê gelek di rojevê de ne. Li hember wan pêleke nefretê rabûye û ev yek bûbû mijara kampanyayên partiyên rastgir, ku di hilbijartinên 24’ê Tîrmehê de dengên xwe bi awayekî berbiçav zêdekirin. Nijadperestên Tirk ên ji Tirkiye’yê jî di vê pêla nefretê ya ser torên civakî de piştgirî didin nijadperestên japon. Rojnameger Îrfan Aktan ev sê sal in li ser Kurdên Japonya’yê lêkolînan dike û camêr serê îsal pirtûkek li Kurdên Japonya’yê weşand Von Celil Kaya.

Malbateke Êzîdî ji bo Iraq'ê hat dersînor kirin
Piştî dersînorkirina Afxaniyan îcar Almanya’yê dîsa dest bi dersînorkirina Iraqiyan kir, di nav malbateke Êzîdî. Ev malbat ji sala 2022’an ve li Lychen’ê di kampekê de dijiya, emrê zarokên wan, 5, 12,15 û 17 ne ku hemû diçûn dibistanê yan bexçê zarokan. Tu endamekî malbatê sûc nekiriye û ceza jî nexwariye. Ji Şêwra Navendî ya Êzîdiyên li Almanya’yê Dr. Îrfan Ortaç dersînorkirina Êzîdiyan şîrove dike. Von Celil Kaya.

Muzakereyên Şam û Rêveberiya Xweser
Qerar bû muzakereyên di navbera hikûmeta Şam’ê û şandeya rêveberiya xweser di 24’ê mehê li Parîs’ê bihata meşandin lê belê civîn hat paş de avêtin. Sedem jî ew e, ku herdu alî li ser mijarên xwekî xweseriya herêmî û yek kirina artêşa Sûrî de li hev nakin. Hikûma Şam’ê dibêje HSD nabe ku wekî hêzeke leşkerî bimîne û endamên HSD divê wekî şex tev li artêşê bin. Hêjayî gotinê ye, Şam YPJ ji binî ve naxwaze. Ne di nav ne jî derveyî artêşê. Ji Arta FM rojnameger Sirwan Hac Hussein rave dike. Von Celil Kaya.

Qaîdeyên nû ji bo yekbûna malbatan / Rewşa li Sûriyeyê
Almanya’yê ji bo hin penaberan lihevgihandina malbatî ji bo du salan dide rawestandin. Ji Bochum’ê parêzer Besra Güler behsa qanûna dike. Herweha nakokiyên di navbera hikûmeta Surî û HSD’ê de kûr dibe. Endamê Parlamentoya Federal Jian Omar jî rewşa dawî ya li Sûrî şîrove dike. Von Kamil Basergan.

PKK'ê dest bi danîna çekan kir
Pêvajoya 9 mehî ya çareseriyê gihaşt qonaxeke dîrokî û çendîn endamên PKK’ê bi merasîmekê çekên xwe danîn û îmha kirin. Ev gav ji aliyê Tirkiye’yê ve bi awayekî kêfxweşî pêşwazî kirin. Lê hêjayî gotinê ye, aliyê Kurdî niha li benda wan gavên sîyasî û huqûqî ye, ku aliyê Tirkiye’yê soz dabû. Em jî ji Zanîngeha Dîcleyê bi Vahap Coşkun re li ser vê pêvajoyê û gavên di dorê de dipeyivin. Von Celil Kaya.

Qedexeya telefonên desta li dibistanan
Pispor daxwaz dikin, ku di dibistanan de bikaranîna telefûnên destî were qedexe kirin. Ew dibêjin, telefûn di perwerdehî û perwerşînê de dibin pirsgirêk. Di vê podcastê de em bi mamoste Soma Altikulac û mamoste Skala Fatah re diaxivin. Von Kamil Basergan.

Şerê 12 rojî ya Îran û Îsraîl'ê
Şerê Îsraîl û Îran'ê 12 rojan ajot û heta Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê jî rojekê rasterast tesîsên atomî yên Îran’ê bombebaran kirin. Taliyê di 25’ê mehê bi navbeykariya Amerîka’yê agirbestek hat ragihandin. Lê ji hingî ve herdu alî berdewam gef li hevdu dixwin. Em jî ji Zanîngeha Carleton a Kanada’yê bi profesorê alîkar bi Dr. Sardar Saadî re li ser vî şerî, helwesta Kurdên Rojhilat û pêşbîniyên sibê rojê dipeyivin. Von Celil Kaya.

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

Pêvajoya Aştiyê û Qedexeya PKK'ê
Partiya Karkekê Kurdistan’ê PKK, ku ji 1993’an ve li Almanya’yê qedexe ye, di sala 2022’an der serî li wezareta navxweyî dabû, ku qedexe were rakirin. Herçend wezaretê ev daxwaz red jî kir, rêxistinê serî li dadgeha îdarî ya Berlîn’ê da. Rêxistin niha biryarên çekdanîn û xwefesxkirinê jî li serlêdana xwe zêde dike. Ji MAF-DAD’ê parêzer Rengîn Engül şîrove dike. Von Celil Kaya.

Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlînê
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

2026: Zanîngeha Kurdî-Almanî tê vekirin
Di sala 2026’an de yekemîn zanîngeha navnetewî ya Kurdî-Almanî dest bi perwedehiyê dike û amadehî gihaştine qonaxa dawîn. Zanîngeh ewê ne tenê dersên ziman û wêja Kurdî bi zimanê Kurdî bide lê herweha beşên din ên wekî zanistên civakî û beşên teknolojiyê jî. Em jî ji lijneya damezinêr bi Lezgîn Botan re li ser amadehiyên zanîngehê û zehmetê û derfetên wê dipeyivin. Von Celil Kaya.

Tirkiye-PKK û Rojhilata Nêzîk
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

Dawiya PKK'ê û têkoşîna çekdarî
Partiya Karkerên Kurdistan’ê PKK’ê li ser banga Abdullah Öcalan dawî têkoşîna xwe ya çekdarî anî û xwe fesix kir. Ev yek nayê wê wateyê ku wan dev ji doza xwe berdaye lê belê ewê ji niha û pê ve têkoşîna xwe bi rê û rêbazên aştiyane bimeşînin, wekî siyaset û rêxistinkirina civakî. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çîçek paşxaneya xwe fesixkirina PKK’ê û encamên wê yên ser pêvajoya çareseriyê dinirxîne. Von Celil Kaya.

Danûstandinên di navbera Îran û Amerîka de
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

Rojava: Konferansa Yekrêziya Kurdî
Roja 26’ê li Qamişlo’yê Konferenasa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat li dar xistin û di encamê de biryar derket, ku Kurd ewê bi şandeyeke hevpar herin Şam’ê, da ku doza mafên netewî yên Kurdan lê herweha yên pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin. Vê yekê li cem ne tenê xelkê Rojavayê Kurdistan’ê lê tevahiya Kurdistan’ê bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Rojnameger Roj Mûsa him encamên konferansê him jî li dengvedan û karîgeriyên wê şîrove dike. Von Celil Kaya.

Rewşa Sûriye û Rojava
Piştî ku HTŞ hat ser desthilatdariya Sûrî li welêt hewldanên guhertinê hene. Lê belê di vê serdemê de karîgeriyên desttêwerdanên ji derve ji her demê bêhtir in. Lê sibêrojeke çawa li benda Rojava û Sûrî ye? Em jî vê heftê ji GfbV Dr. Kemal Sido re, ku niha li Rojava ye û herweha bi rojnameger Siruan Haj Hussein re li ser rewşa niha û sibêroja Rojava û tevahiya Sûrî dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Aştî heta dawiya Hezîranê?
Bi hevdîtina şandeya DEM Partî ya digel serokkomar Erdoğan pêvajoya çareseriyê ket qonaxeke nû lê belê aliyê Tirk hîna jî gavên hewce ne avêtin. Ji aliyê din de tê pêşbînî kirin, ku pêvajo heta dawiya meha Hezîranê bi awayekî serkeftî biçe serî. Ji Kongreya Netewî ya Kurdistan’ê KNK’ê Nilüfer Koç şîrove dike. Von Celil Kaya.

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê
Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê di navbera 23-27’ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de 30 fîlmên kurt, dirêj û belgefîm tên nîşandan û mijara sereke ya îsal Rojava ye. Herwiha gelek derhêner jî ewê di festîvalê de amade bin û temaşevanan re hevpeyvînê bikin. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Pêvajoya çareseriyê û qeyyûm
(c) WDR 2025 Von Celil Kaya.

Dersînorkirina Koçber û Penaberan
Li Almanya’yê zêdetirî 20 mîlyon koçber û penaber dijîn. Ji aliyekî ve welat zextên xwe yên li ser penaberan tundtir dike ji aliyê din de jî partiyên muxalefetê zextê li ser hikûmetê dikin ku penaberan dersînor bike. Von Celil Kaya.

Newroz / Hefteya Navneteweyî ya Dijî Nijadperestiyê
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

Rêkeftina Mazlum Abdî û Colanî
Di 10’ê mehê de fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî û serokkomarê nû yê Sûrî Ahmed Şara anku colanî rêkeftinek îmze kir. Rêkeftin li ser entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya xweser a bi dewleta Sûrî bû. Lê sê roj paşê îcar Colanî destûra demborî ragihand, ku ewê 5 salan di meriyetê de be. Rêkeftin û destûra demborî ji gelek aliyan ve li hev nakin. Îcar şansê cihbicih kirina rêkeftinê ewê çiqas be? Von Celil Kaya.

Ji Öcalan banga çekberdanê
Abdullah Öcalan, ku ev 26 sal in di zindana Îmrali’yê de ye, di 27’ê mehê bang li PKK’ê kir ku di encama kongreyekê de çekên xwe deynin û xwe fesih bikin. Öcalan herweha ji deewleta Tirk xwest û ji bo pêkanîna vê yekê bingehên siyasî û huqûqî deyne. Em jî bi endamê konseya rêvebir a KCK’ê bi Zubeyir Aydar re him li ser vê bangê him jî pêvajoya ji niha û pê ve dipeyivin. Von Celil Kaya.

Bandora Encama Hilbijartina 2025
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

Pirrzimanî di nav malbat û perwerdehiyê de
21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ye. Em jî hersal bi boneya vê rojê mamosteyên Kurdî û pisporên perwedehiyê dikin mêvan. Û vê heftê jî em ji Yek-Mal Akademî bi Şerîf Derînce re dipeyivin. Yekmal Akademî vê dawiyê lêkolîneke berfireh a pirrzimaniyê di nav malbatên koçber ên li Berlîn’ê de meşand. Şerîf Derînce him li ser lêkolînê û him jî li ser encamên wê dipeyive. Von Celil Kaya.

Hilbijartin 2025: Vedat Akter ji Köln'ê namzet e
di 23’ê vê mehê hilbijartinên pêşwext tên li dar xistin. Mijara koçber û penaberan wekî hercarî di kampanyayên partiyan de cihê sereke digire. Helbet di nav namzetan de kesên esil biyanî jî hene. Wekî mînak Vedat Akter. Camêr ji Köln Mülheim/Leverkusen ji partiya Çep namzetê rasterast e. Emê jî vê heftê pê re li ser hilbijartinên pêşwext, namzetiya wî û nîqaşên ser koçberan bipeyivin. Von Celil Kaya.

Hevdîtina Serok Barzanî û General Mazlûm
Serok Mesûd Barzanî di 16’ê mehê de li Hewlêr’ê pêşwaziya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kir. Di hevdîtinê de yekrêziya Kurdan û çarenûsa Rojavayê Kurdistan'ê hatin nîqaş kirin. Hevdem êrîşên Tirkiye’yê yên ser bendava Tişrîn’ê berdevam dike û di encamê de bi dehan xelkê sivîl jî hatin kuştin. Em jî ji Kobani’yê bi Lezgîn Ibrahîm re him rewşa dawî ya li herêmê û him jî degvedanên vê hevdîtina li Hewlêrê gotûbêj dikin. Von Celil Kaya.

Îran: Cezayê îdamê ser Pexşan Ezîzî
Çalakvana medenî Pexşan Ezîzî di Tebaxa 2023’an de li Tehran’ê hatibû destgîr kirin û bi tawana serhildana çekdarî ya dij Komara Îslamî dihat darizandin. Di Sibata 2024’an de Dadgeha Inqilaba Îslamî cezayê îdamê da Pexşan Ezîzî. Herweha cezayê 4 sal cezayê zindanê ji ber endametiya PJAK’ê. Dadgeha bilind jî di 8’ê mehê de wî cezayê pesend kir. Von Celil Kaya.

Hêvî û geşedanên muhtemel ên ji bo Kurdan di sala 2025an de
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.

Nûnerên partiya DEM’ê li Îmraliyê çûn serdana Öcalan
Şandeya DEM Partiyê şemiya buhurî li grava Îmrali'yê çû seredana Abdullah Öcalan. Diyar kir, ku ew piştgiriyê dide paradîgmaya nû û ji bo çareseriyê amade ye. Von Kamil Basergan.

Salvegera koça dawî ya Eyşe Şan
18'ê Kanûnê salvegera koça dawî ya hunermenda nemir Eyşe Şan bû. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyê malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda. Wê herweha di stranên xwe de adetên civakî rexne kirin û xwedî li ziman û nasmeya xwe ya Kurdîtiyê derket. Nivîskarê pirtûka jînenîgariya Eyşe Şan Kakşar Oremar vê heftê mêvan e. Von Abducelil Kaya.

Serjimêriya li Iraqê
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Rejîm rûxa- Kurd ewê çi bikin?
Rejîma Esad rûxa û desthilatdariya welêt ket destê Heyet Tahrir uş-Şam. Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava berdewam dike. Kurd ewê sibêroja Sûrî de çi rolê bilîzin? Em jî ji rêxistina civaka sivîl ji Civil Waves PÊL bi Ferhad Ehmê re li ser rûxana rejîmê û sibêja Sûrî de dipeyivin. Von Celil Kaya.

HTŞ li Sûrî pêş ve diçe
Heyet Tahrir el Şam vê heftê dest bi êrîşî bajarê Heleb'ê kir û niha piştî Hema'yê ber bi Humus'ê ve dimeşe. Hêzên Îslamî yên ser bi Tirkiye'yê êrîşî herêmên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk dike. Em jî digel rojnamevan Siruan Haj Hussein û Dr. Kemal Sido dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Tirkiye: Aştiyeke bê muzakere
Serokê MHP’ê Bahçeli banga xwe ya ji bo Öcalan dubare kir. Serokkomar Erdoğan jî careke din xwedî li vê bangê derket. Niha di rojevê de seredana endamên DEM Partiyê ya ji bo serokê PKK’ê Abdullah Öcalan heye. Em jî ji Rojnameger Îrfan Aktan dipirsin, ka ew vê pêvajoyê çawa dinirxîne û şert û mercên niha çawa dibîne ji bo destpêkirin û meşandina pêvajoyeke nû. Von Celil Kaya.

Roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Tirkiye: Aştî ya xapînok?
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk MHP’ê Devlet Bahçeli banga xwe ya ji bo serokê PKK'ê Abdullah Öcalan dubare kir. Aliyê dewletê dixwaze PKK yekser çekan berde. Hevdem hikûmetê careke din qeyyûm avêtin ser sê şaredariyên Kurdan. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek şîrove dike. Von Celil Kaya.

Trump dîsa bû serokê Amerîka'yê
Di encama hilbijartinên 5’ê Mijdarê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump careke din wekî serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê hat hilbijartin. Ji Washington’ê, ji beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka Robîn Reşvan encamên hilbijartina Trump dinirxîne. Von Kamil Basergan.

Tirkiye: Pêvajoyeke din a aştiyê?
Piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Tirkiye’yê dîsa nîqaşa pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Berevajî deh sal berê vê carê MHP û CHP jî peyamên erênî didin. Lê belê divê ev daxuyanî çiqas ciddî werin girtin? Gelo pêvajoyeke aştiyê dikare pêk were? Rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan vê carê dikare roleke cudatir bilîze? Em van pirsan ji pisporê zanistên siyasî Sinan Önal dikin. Von Celil Kaya.

Bandora encamên hilbijartinê
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Scholz seredana Erdoğan dike
Di 5’emîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de serokwezîr Olaf Scholz seredana Tirkiye’yê dike. Çend roj beriya vê seredanê hat ragihandin, Almanya dawî li ambargoya çekan a ser Tirkiye’yê tîne. Em jî bi rojnameger Roj Mûsa re him li ser seredana Scholz a Tirkiyey’yê û rewşa li herêmên dagirkî dipeyivin. Von Celil Kaya.

Hilbijartinên Başûrê Kurdistan'ê
Di 20'ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistan'ê hilbijartinên parlamentoyê tên li dar xistin. Vê carê hilbijartin ni nebûna parlamentoyeke çalak de tên li dar xistin. Em jî Hewlêr'ê bi ronakbîr Aso Haidari, bi rojnamegerên ji Silêmanî Dilshad Anwar û ji Duhok'ê Niamat Maronsî re li ser pêvajoya hilbijartinê û bendewariyên hilbijêran dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Dersînorkirina hevwelatiyên Tirkiye'yê
Almanya û Tirkiye’yê careke din li ser vegerandina penaberan li hev kirin, lê belê îcar mijar xelkê Sûrî yan Afxanistan’ê nînin, hevwelatiyên Tirkiye’yê ne, ku penaberiya wan nehatiye qebûl kirin. Û Hêjayî gotinê ye, pirraniya wan Kurdên me ne. Em jî li ser vê rêkeftinê ji Rêxistina Gelên di bin metirsiyê de, bi Dr. Kemal Sido re dipeyivin. Von Celil Kaya.

kovara Çîya
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

2. Salvegera kuştina Jîna Emînî
Bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî du sal buhurîn. Xwepêşandan wekî berê girseyî nînin jî mirov nikare behsa aramiyekê li Îran’ê bike. Ka di van du salên buhurî de çi hat guhertin? Bi taybetî nifşa nû, ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin niha çi dikin. Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojihilatê Kurdistan’ê KJAR’ê çalakvana mafên jinan Meyrem Fethî bersiv dide. Von Celil Kaya.

Pireke di di navbera Rojhilat û Rojava de
Komeleya çandî û werzişî ya Kurd û Iraqî tevî koma Kolovielena di 28'ê Îlonê de li Düren'ê konserek li dar dixe: Pira di navbera Rojhilat û Rojava de. Çalakvana mafê jinan Roonak Aziz û muzîkjen Alan Arif mêvanên vê heftê ne. Von Kamil Basergan.

Çîroka Stranekê: Welatê me Kurdistan e
Di sala 1973’an de dema ku stran a "Welatê me Kurdistan e" li ser frekansên Radyoya Erîwan’ê hat weşandin, stranê li seranserî Kurdistan’ê bi şewqeke mezin hat guhdarî kirin. Mirov bi zimanê îroyîn bêje, stran dibe "hit" û gelek guhdar jî name dişînin ji radyoyê re ku wê stranê careke din, careke din lê din. Anku ev stran dibe sirûda nasnameya Kurdî. Nivîskarê vê stranê Mecîd’ê Silêmên di Tebaxa 2028ân de li Qazaxistan’ê koça dawî kir. Von Celil Kaya.

Navid Zardi
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

50 salên bi huner: Şivan Perwer
Hunermend Şivan Perwer îsal 50 saliya hunera xwe pîroz dike. Em jî di vê xeleka xwe de cih didin hunera wî û em bi nivîskarê jînenîgariya Şivan Perwer bi Dr. Abdullah Încekan re him li ser jiyan him jî li ser hunera vî hunermendî efsanewî dipeyivin. Von Celil Kaya.

Iraq: Zewicandina keçên 9 salî
Di parlamentoya Iraq'ê de pêşnûma qanûnek tê nîqaş kirin, ku dihêlê keçikê 9 salî werin zewicandin. Li hember jî gelek rexne hene. Rêvebira rêxistina mafên jinan Amez, Kanda Muhammed helwesta rêxistinên jinan a beranber vê pêşnûmeyê şîrove dike. Von Kamil Basergan.

Betlane mafê her zarokekî/ê ye
Betlaneya havînê dest pê kir. Bi taybetî jî malbatên bi zarok ketin nav teşqeleyekê. Lê divê zarok tatîla xwe çawa derbas bikin? Malbatên ku nikarin herin tatîlê dikarin çi bikin? Em van pirsan ji Frankfurt’ê ji sosyalpedagog û terapîstê malbatî ji Mehmet Ataç dikin. Von Celil Kaya.

10 sal piştî komkujiya Şengalê
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Lihevhatina Erdoğan û Esad
Piştî du salan Erdoğan careke din hewlê dide bi serokê Sûrî Beşar Esad re were cem hev. Vê carê Esad bi zimanekî nermtir bersiv da lê belê hîna jî diyar nîne ka civîn ewê pêk were, pêk were jî li ku û di bin çi şert û mercan de. Em jî ji Rêxistina Civil Wave PÊL bi birêz Ferhad Ehmê vê hewldanê û senaryoyên pêkan dinirxînin. Von Celil Kaya.

Tirkiye êrîşî başûrê Kurdistanê dike
Tirkiye li seranserî Başûrê Kurdistan’ê operasyoneke berfireh dimeşîne. Bi dehan gundên li Behdînan û Qendîl’ê hatin vala kirin. Em jî di vê xelekê de bi Rojnameger Dilshad Anwar re li ser êrîşên Tirkiye’yê yên ser Başûrê Kurdistan’ê dipeyivin. Von Kamil Basergan.

Îran: Reformxwazekî bê hêz û destûr
(c) WDR 2024 Von Celil Kaya.

Şampiyonaya Ewropî 2024
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Piştî Salan Dîsa Koma Amed
Koma Amed piştî 27 salan hat cem hev û serê vê mehê li Parîs’ê konserek da. Kom ewê herweha 5’ê mehê li Köln’ê jî konserekê bide. Em jî vê heftê bin endamê Koma Amed Silêman re li ser efsaneya Koma Amed dipeyivin. Von Celil Kaya.

Mûsil: 10 salên piştî Daiş'ê
Bi ser rizgarkirina Mûsil’ê ya ji destê Daiş’ê deh sal buhurîn. Di 2014’an de duyemîn mezintirîn bajarê Iraq’ê Mûsil ketibû destê Daiş’ê û binesaziya bajêr wêran bûbû. Ji Kerkûk’ê rojnameger Karwan Salehi him behsa ketina bajarê Mûsil’ê û rewşa piştî rizgarkirinê û ji nû ve avadan kirina bajêr dike. Von Kamil Basergan.

Nîqaşa Kurdbûna Êzîdiyan
Li Iraq'ê pêşniyara naskirina Êzîdiyan wekî miltteke cihê û komkirina 182 îmzeyên endamên parlamentoyê pêleke din a nîqaşan jî bi xwe re anî. Ev jî ji Şêwra Navendî ya Êzîdiyên Almanya’yê bi Dr. Îrfan Ortaç re, bi berdevkê Encûma Êzîdîyên Sûrî bi nivîskar û helbestvan Serhan Îsa re li ser vê mijarê dipeyivin. Herweha nivîskarê Êzîdî Newaf Mîro jî li ser vê nîqaşê dîtinên radigihîne. Von Celil Kaya.

Jiyana Kurdan li Almanya
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Zanîngeha Rojava: Yekemîn derçûyên Master'ê
Îsal cara pêşîn li cem Zanîngeha Rojava ji Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî çendîn kesan dereceya masterê wergirtin, ku di nav wan de jin jî hene. Em jî pêşî ji hevserokê vê enstituyê ji Dr. Sarda Saadî hin agahiyan distînin û paşê digel Sorgul Ebdilselam û Xelîl Husên him li ser xwendina wan him jî li ser tezên wan ên masterê dipeyivin. Von Celil Kaya.

Karvedanên mirina Reîsî
Serokkomarê Îran'ê Reîsî û şandeya pê re di encama qezaya helîkopterê de mirin. Ji Rêxistina Hengaw Shler Bapiri karvedanên wê yên ser Îran, Rojhilat û herêmê şîrove dike. Von Kamil Basergan.

Berlîn: Festîvala Edebiyata Sirgûnê ya Kurdî
Ji 29’ê Gulanê heta 2’ê Hezîranê li Literaturhaus Berlin'ê Festîvala Edebiyata Kurdî ya Sirgûnê "Dengê min tê te?" tê li dar xistin.Em jî yek ji amadekarên vê festîvalê bi Dr. Dawit Yeşîlmen re him li ser bernameya festîvalê him jî li ser edebiyata Kurdî ya sirgûnê dipeyivin. Von Celil Kaya.

Hewlêr: Çalakiya hunerî ya Goethe-Institue
(c) WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Shahmaran: Muzîka Kurdî ya Elektronîk
Di çarçoveya projeya Şahmaran de çanda kevnar a Kurdî ya çîrokbêjî û dengbêjî bi muzîka elektronîk ji nû ve tê şîrove kirin. Em jî bi muzîkjen Mustafa Demîr re li ser muzîka elektronîk a Kurdî û li ser projeya wan a bi navê Şahmaran dipeyivin. Von Celil Kaya.

Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê dike
© WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê
Di navbera 25 û 27’ê Nîsanê de yekemîn festîvala fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê bi rê ve diçe û fokusa îsal jî Êzîdî ne. Em jî bi yek ji amadekarên vê festîvalê bi Talat Ekinci re dipeyivin Von Celil Kaya.

Belçîka: Êrîşên nijadperest ên ser Kurdan
Di 24’ê Adarê li Belçîka’yê bi dehan nijadperestên Tirk, ku di li pêşiya maleke Kurd kombûbûn û hewl didan tevî kesên li hundir agir bi malê xin. Hevdem vê dawiyê dadgeha bilind a Belçîkî cezayê du sîxurên îstîxbarata Tirk MIT’ê, ku ji ber plansaziya suîqasta hin siyasetmedarên Kurdan kiribûn, pesend kir. Von Celil Kaya.

Hilbijartinên herêmî li Tirkiyê
© WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Soleen Yusef, senarîst û derhêne
© WDR 2024 Von Kamil Basergan.

30 saliya Civaka Kurdî ya Almanya'yê
© WDR 2024 Von Celil Kaya.

Mafên mirovan ji bo hemûyan - bi hev re li dijî nijadperestiyê
© WDR 2024 Von Kamil Basergan.

HRW: Tirkiye li Rojava dibe şirîka sûcên şerrî
© WDR 2024 Von Celil Kaya.

Derxistina ji Iraqê. Penaberan
© WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Roja Zimanê Dayîkê û Dersên Kurdî
21’ê Sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye. Emê jî bi boneya vê rojê ji Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEKMAL’ê bi birêz Şerîf Derînce re him li ser sempozyûma wan a ser zimanê Kurdî û herweha derfet û zehmetiyên pêşiya dersên zimanê Kurdî yên li Almanya’yê bipeyivin. Von Celil Kaya.

Qerta peredana nû ji bo penaxwazan
© WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Swêd radyoya Kurdî digire
Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek pirs û nîqaş jî bi xwe re anîn. Gelo ev yek li ser daxwaza Tirkî hat yan na? Em jî vê pirsê ji beşa Kurdî ya radyoya Swêd’ê, ji Rojnameger Beşir Kavak dikin. Von Celil Kaya.

Darvekirinên li Îranê / 1 sal piştî erdhejên li Sûriye û Tirkiye
© WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Almanya li dij rastgiran ser piyan e
Deh rojên buhurî li seranserî Almanya’yê xwepêşandanên dij AfD û rastgirên tundrew hatin li dar xistin, ku tê de zêdeyî milyonek kes beşdar bûn. Sedema van xwepêşandanan civîneke nepenî ya AfD’ê bû, ku tê plansaziya sirgûn kirina biyaniyan dihat kirin, çi koçberên nû çi jî hevwelatiyên Alman bin. Em ji Civata Kurdî ya Almanya’yê bi birêz Mehmet Tanriverdi re li ser AfD, xwepêşandanên girseyî û encamên wan ên pêkan dipeyivin. Von Celil Kaya.

Îran êrîşî Hewlêr û Syriendike
© WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Gurên Boz: Gefên li dij siyasetmedarên Kurd
Çalakiyên îstîxbarata Tirk ên li derveyî welat ev demek e, di rojeva Almanya’yê de ye. Lê belê herweha hejmara gef û heqaretên li dij muxalîfên hikûmeta Tirk û bi taybetî jî li dij Kurdan herku diçe zêdetir dibe. Vê dawiyê siyasetmedara herêmî ya ji Frankfurt’ê Sarya Atac, ji neteweperestekî Tirk gefa kuştinê wergirt. Von Celil Kaya.

Ew ê di 2024 de biguhere
© WDR 2024 Von Kamil Basergan.

Pisîk çav venaxwin
© WDR 2023 Von Celil Kaya.

Koma NANOBEAT û dîroka muzîka Kurdî
© WDR 2023 Von Kamil Basergan.

Şer û Siyaseta Femînîst a Derve
Em vê heftê li ser siyaseta femînîst a derve û herweha rûdanên dawî yên li rojhilatê navîn û cîhanê hûr dibin, ka cî bi cî kirina vê siyasetê çiqaş pêkan e û zehmetiyên li pêşiya wê çi ne. Di vî warî de mêvana me pispora zanistên siyasî Dastan Casim e. Von Celil Kaya.

Masud Abdulkhaleq
© WDR 2023 Von Kamil Basergan.

Wergerandina Ulysses'ê
Nivîskar, helbestvan û wergêr Kawa Nemir ev roman bixwe wergerand bo Kurdî û parsal ji weşanên Avesta weşand. Ulysses ne tenê xurttirîn romana Joyce e lê herweha di warê romana nûjen de wekî şoreş tê bi nav kirin, ku riyeke nû li pêşiya romannivîsiya nûjen xistiye. Û hemû otorîteyên wêjeyî li ser wê yekê hevbîr in, ku wergerandina vê romanê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e, ji ber ku nivîskar di metsa eslî de bi dengen re dilîze, wezn û qafiye bi kar tîne. Von Celil Kaya.

COSMO Kurdi So. 26.11.2023 Sendemitschnitt
© WDR 2023 Von Kamil Basergan.

Ji 1-ê Çileya 2024-an pê ve sûda welatiyan tê“welatiyan tê
© WDR 2023 Von Kamil Basergan.

Almanya dixwaze Êzîdiyan dersînor bike
Herçend Almanya’yê serê îsal Fermana Şingal’ê ya sala 2014’an wekî Genozid anku nijadkujî nas kir jî hikûmeta federal dixwaze dora 20 hezar Êzîdî vegerîne Iraq’ê. Gelek Êzîdî dema ku diçin daîreyên biyaniyan, da ku îqama xwe dirêj bikin, yekser tên girtin û wan dişînin Abschiebehaft anku girtîgeha beriya dersînorkirinê. Li hember vê yekê jî bi dehan Êzîdî ji bo mehekê kon vedan li pêşiya Bundestag. Di 10’ê mehê de şandeyeke Êzîdiyan bi nûnerên SPD’ê re rûniştin û çalakî bi dawî hat. Von Celil Kaya.

Krîza Îsraîl û Hamasê
© WDR 2023 Von Kamil Basergan.

Rojava: Aboriya Civakî çi ye?
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ev zêdeyî 10 sal in ser piyan e û li herêmê sîstemeke demokrasiyeke rasterast tê ceribandin. Lê di heman demê de aboriyeke alternatîf, anku aboriya civakî jî tê ava kirin. Lê aboriya civakî çi ye? Ka çi ferqa wê ji aboriya lîberal yan aboriya komunîst heye? Em van pirsan ji Rojava, ji aborînas Çeleng Omar dikin. Von Celil Kaya.

Dengên bêsînor
© WDR 2023 Von Kamil Basergan.

Şerê Xeza'yê û dijminatiya cihûyan
© WDR 2023 Von Celil Kaya.

" li Rojhilata Navîn çi diqewime?"
© WDR 2023 Von Kamil Basergan.

COSMO Kurdî – 12.12.2021 – Şano: Die Krabbenwanderung (1/3)
© WDR 2021 Von Abducelil Kaya.
